Serokatiyên Iraqê li ser aloziya hikûmet û Heşda Şeibî dicivin
Serokatiyên Iraqê ji bo gotûbêjkirina aloziya di navbera Heşda Şeibî û Hikûmeta Iraqê de dicivin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiyên Iraqê ji bo gotûbêjkirina aloziya di navbera Heşda Şeibî û Hikûmeta Iraqê de dicivin.
Serokkomar, Serokê Encûmena Nûneran, Serokê Hikûmetê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê dicivin û behsa aloziya duhî ya li Bexdayê rû daye dikin ku di encamê de artêş û Heşda Şeibî li bajarê belav bûne.
Duhî Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Muslih li Enbarê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya Iraqê ve bi alîkariya hêzên Amerîkayê hat desteserkirin, piştre jî alozî derket.
Piştre fermandarên Heşda Şeibî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan û nîqaş kirin û biryar hat dayîn ku ji ew fermandarê girtî yê Heşd radestî Desteya Serokatiya Heşd bibe.
Herwiha komîteyeke lêkolînê li ser vê pirsê ji Asayişa Navxweyî, Asayişa Niştimanî, Hewalgiriya Leşkerî û Asayişa Heşd ve pêk hat.
Berpirsekî Heşda Şeibî bi kuştina çalakvanê Îraqî Îhab El-Wezanî li Kerbelayê tê tawanbarkirin.
Qasim Muslîh kesekî nêzîkî cîgirê berê yê Desteya Heşdî Şeibî Ebûmehdî Muhendis bû yê ku 3'ê Çileya 2020'an li nêzîk Firokxaneya Bexdayê bi Fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Sileymanî re ji aliyê Amerîka ve hatibû bombekirin û kuştin.