Roja Werzişê ya Kurdistanê: Li gelek bajaran çalakî birêve diçin

Îro li Herêma Kurdistanê roja werzişê ye û bi sponsoriya saziya Kurdistan24ê bi dehan çalakiyên werzişên cûr bi cûr li bajar û bajarokên Kurdistanê birêve diçin.

Hewlêr (K24) – Îro li Herêma Kurdistanê roja werzişê ye û bi sponsoriya saziya Kurdistan24ê bi dehan çalakiyên werzişên cûr bi cûr li bajar û bajarokên Kurdistanê birêve diçin.

Çalakiyên werzişê li heşt bajar û bajarok û 21 cihên diyarkirî têne lidarxistin û heta 14 demjimêran berdewam dibin û 20 lîstikên werzişê û 27 çalakî birêve diçin.

Li welatên weke Tirkiye, Îran, Qeter, Îmarat, Behreyn, Japonya, Hindistan, Malezya, Rûsya, Amerîka û bi dehan welatên din, çendîn sal in rojek heye ji bo werzişê.

Li Kurdistanê jî Rêxistina Kurdistan Sports Day dixwaze rojeke taybet ji bo werzişê were destnîşankirin, weke çawa Roja Alayê her kesî kom dike, werziş jî her kesî kom bike û sîmayeke werzişê bibexşîne welat, weke çawa di roja cilûbergên niştimanî de her kes cilên Kurdî û netewên din li xwe dikin, wisa jî di Roja Werzişê ya Kurdistanê de gelek kes cilên werzişê li xwe bikin û werzişê bikin.

Cara ewil di sala 2019an de çalakiyên werzişê di Roja Werzişê ya Kurdistanê de hat encamdan.

 

Fly Erbil Advertisment