Chelsea ji MAN City bir û bû qehremana Champion League

Chelsea bi encama 1-0 bi ser Manchester City ket û ji bo cara duyem di dîroka xwe de bû qehremanê vê pêşbirkê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Chelsea şeva borî di fînala Champion League de bi encama 1-0 bi ser Manchester City ket û ji bo cara duyem di dîroka xwe de bû qehremanê vê pêşbirkê.

Şeva borî li Stadyûma Dragao ya Portoyê fînala Champion League birêve çû û her du tîmên Îngilîzî Chelsea û MAN City rûbirûyî hev bûn û Chelsea bi gola yarîzan Almanî Kay Havert di xuleka 42 de bi ser ket.

Bi vê serkeftinê, Chelsea ji bo cara duyem dibe qehremanê Champion League. Cara yekem di sala 2012an de li ser hesabê Bayern Munchen ev nasnav wergirtibû.

Li hemberê tîma Manchester City ti caran nasnavê vê qehremaniya Ewropaya wernegirtiye. Herwiha Rahênerê wê Pep Guardiola jî yekemîn fînala xwe bi Manchester City re winda dike.