Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Şande ji bo cibicîkirina birgeyên yasaya budceya Iraq û wergertina mafên darayî yên Kurdistanê diçe Bexdayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cibicîkirina birgeyên yasaya budceya Iraq û wergertina mafên darayî yên Kurdistanê diçe Bexdayê.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Pêwendî û Şopandinê di Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê de Bextiyar Hacî ji K24ê re got: “Îro 30î Gulanê Şanda Danûstandkar bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî diçe Bexdayê.”
Bextiyar Hacî got jî: “Armanc ji vê serdanê, ji bo tekezkirina pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasaya budceya Iraqê ya sala 2021an û tekezkirina amadebûna wê ji bo cîbicîkirina hemû pabendiyan e, ji bo ku mafên darayî yên Herêma Kurdistan wek xwe bigihin Kurdistanê.”
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Pêwendî û Şopandinê di Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê got jî: “Biryar e şandE hevdîtinan bi wezîrên pêwenîdar re bike."