Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Besrayê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Gulana 2021ê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê Es’ed El-Îdanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Gulana 2021ê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê Es’ed El-Îdanî kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û dijwariyên li ber proseya siyasî hat kirin û herwiha ronahî hat xistin ser rewşa parêzgeha Besra û rewşa xizmetguzarî û jiyana welatîyên wê navçeyê. Parêzgarê Besrayê ji bo pêşkeftina Herêma Kurdistanê pêzanîna wî hebû û xwast ku sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê ya di warên cuda de bê wergirtin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li pêşxistina ferhenga pêkvejiyanê û pêwendîyên dîrokî yên di navbera gelê Herêma Kurdistanê û Besra û parêzgehên başûrê Iraqê de hat kirin.

Fly Erbil Advertisment