Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Gurcîstanê li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 31.05.2021 pêşwazî li Balyozê Gurcîstanê li Iraqê Zaza Kandîlakî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 31.05.2021 pêşwazî li Balyozê Gurcîstanê li Iraqê Zaza Kandîlakî kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Gurcîstanê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dîrokî ya Serok Barzanî hebû û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li rêya azadiyê bilind nirxand.
Her wiha Balyozê Gurcîstanê li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê û danîna Konsolê fexrî yê wî welatî li bajarê Hewlêrê nîşan da.
Her di vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Gurcîstanê derbirî û hêvî xwest ew pêwendî ber bi pêş ve gavan bavêjin.