Li Rûsyayê parlamenterê Kurd di rêza yekem de ye

Li Rûsyayê di 19ê Îlona 2021ê de ji bo diyarkirina 450 endamên Parlamentoya Dûmayê, dê hilbijartinên giştî were lidarxistin.

Moskow (K24) – Li Rûsyayê di 19ê Îlona 2021ê de ji bo diyarkirina 450 endamên Parlamentoya Dûmayê, dê hilbijartinên giştî were lidarxistin û parlamenterê Kurd Zelîmxan Mutsoev di pêşbaziya hilbijartinan de di rêza yekem de ye.

Parlamenterê Kurd Zelîmxan Mutsoev weke namzedê serbixwe beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Dûmayê dibe û li herêma xwe ya hilbijartinan a Pervouralskê cara 6em e ku piraniya dengên dengderan werdigre.

Zelîmxan Mutsoev berî niha 5 caran ser hev di hilbijartinan de bi ser ketibû û di rêveberiya partiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de cih digirt.

Mutsoev herî dawî di hilbijartinên 18ê Îlona 2016an de weke parlamenter hat hilbijartin û yekem kes e ku bi piraniya dengan 5 caran ser hev bûye parlamenter.

Zelîmxan Mutsoev dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kiribû, bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya aware û penaberên li Herêma Kurdistanê kiribû.

Karsaz û siyasetmedarê Kurd Zelîmxan Mutsoev di sala 1959an de li Tiflisê jidayîk bûye û bavê 5 zarokan e.

 

Fly Erbil Advertisment