Serok Barzanî bi şandeke siyasî ya Tevegra Sedir re civiya

Pêwendiyên di navbera her du aliyan de û hilbijartinên dahatî yên Iraqê ji mijarên civînê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 1.6.2021 pêşwazî li şandeke Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir bi serokatiya Nesar Rubeyî kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, mijarên sereke yên civînê, pêwendiyên di navbera her du aliyan de û hilbijartinên dahatî yên Iraqê ne.

Tevgera Sedir di Firaksiyona Saîrûn a Encûmena Nûneran a Iraqê ye ku yek ji firaksiyonên mezin ên wê encûmenê ye û hewl dide di hilbijartinên bê de posta Serokwezîr misoger bike.

Peyamnêrê K24ê destnîşan kir, biryar e şanda siyasî ya Tevgera Sedir ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  û piştre ligel Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bicive.

Tê pêşbînîkirin ku ev şanda siyasî ya Tevgera Sedir di hewlê de be ku di pêşerojê de hevpeymaniyê ligel Kurdan bike.

Fly Erbil Advertisment