Mîthat Sancar: Yekane rê çareseriya pirsa Kurd e

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li ser îdiayên dawî rawestiya û got; gelek kiryar û pêwendiyên qirêj yên li Tirkiyê li dor çaresernebûna kêşeya Kurd hatine avakirin.

Enqere (K24) – Di van demên dawî de li Tirkiyê rojeva siyaset û civakê li dor axaftinên serokê mafyayê Sedat Peker diçe û tê. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî li parlamentoyê di civîna koma partiya xwe de li ser îdiayên dawî rawestiya û got; gelek kiryar û pêwendiyên qirêj yên li Tirkiyê li dor çaresernebûna kêşeya Kurd hatine avakirin ku bi saya vê yekê ev kesayetên tarî û nepen hem ji aliyê dewletê ve hatine parastin hem jî ev kes tevlî gelek bûyerên deryasayî bûne. Sancar ji aliyê desthilatê ve redkirina pêşniyarnameyên lêpirsînê yên di vê derbarê de jî bi tûndî rexne kir.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de piraniya axaftina xwe li ser îdia û axaftinên serokê mafyayê Sedat Peker berdewam kir. Sancar di axaftina xwe de îdia kir; ne pêkan e ku bazirganiya maddeyên hişbir û çeken bo rêkxistinên terorî yên li Sûrî hatine şandin bêyî agahdariya desthilatê pêk hatibin. Herwiha Sancar got jî di vî warî de bi hezaran agahî û dokûment hene ji loma desthilat nikare rasterast van kiryaran înkar bike. Mîthat Sancar di berdewama axaftina xwe de diyar kir; ev kiryar û bûyerên qirêj hemû jî bi çareser nebûna kêşeya Kurd re pêwendîdar in.

Mîthat Sancar diyar kir: “Di warê polîtîkayên li hemberî Kurdan de dewlet, pirrî caran derveyî hiqûqê tevdigere û bi destê hêzên fermî van polîtîkayan nabe serî. Ji ber ku gelek kiryar û sûcên deryasayî pêkhatine ku, egere ev kiryar di dahatûyê de serê dewletê bixin belayê. Bo ku xwe ji berpirsyariya van bûyer û kiryarên kirêt dûr nîşan bidin, ew karên deryasayî hemûyan dispêrin mafyayê.”

Sancar bal kişand ser axaftinên wezîrê karên navxwe Suleyman Soylu jî û amaje kir: Herçiqas wezîr dibêje di serdema wî de kuştinên kujer nediyar pêk nehatine jî lê em baş dizanin gelek kuştinên ku kujerê wan diyar nehatine girtin û berpirsên van kuştinan jî bi tu awayî nehatine darizandin. Herwiha Sancar got; daxwuyaniyên wekî bersiv bo îddayên serokê mafyayê ji aliyê desthilatê ve tên belavkirin jî delîlên van sûcan in ku divê bên e lêkolînkirin.

Sancar destnîşan kir: “Îro hewce nîne ku em bi tenê li gotinên serokê mafyayê binêrin. Heger bi tenê ew bi axaftinba û kesên pêwendîdar bêdeng bimana, belkî karîgeriya van gotinan ev qasî mezin nedibû. Lê wekî mînak; gava ku Wezîrê Karên Navxwe radibe û diaxive, li aliyekê rastiya van îtîrafan jî bi xwe eşkere dike.”

Sancar got jî: di nava AKPê de êdî borsaya hevdu firotinê destpêkiriye û bo ku rewşa Tirkiyê cardin asayî bibe tekane çareserî ew e ku divê demildest hilbijartineke pêşwext bê lidarxistin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar dibêje: “Çareseriya herî baş û karîger helbet ragirtina biryara hilbijartineke pêşwext e. Hem di nava civakê de hem jî di nava hêzên demokrasiyê de bi awayekî ciddî ev daxwaza hilbijartina pêşwext derketiye holê û em jî dê vê daxwazê her bînin rojevê.”

Herwiha Sancar di berdewama axaftina xwe de diyar jî kir ku wan wekî partî bo ku ev pêwendiyên mafya û siyasetê bên e lêkolînkirin bi caran bang li parlamentoyê kiriye û pêşniyarname jî raberî parlamentoyê kirine, lê ji ber astengiyên desthilatê ev prose bi tu awayî destpênekiriye. 

Fly Erbil Advertisment