Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li hinek gundên ser bi navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li hinek gundên ser bi navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê li 10 gundên ser bi navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Parêzgariyê li ser sedema ragihandina qedexeyê diyar dike ku dê li wan deveran operasyonên serbazî bikin.
Hat eşkerekirin ku li wan 10 gundên diyarkirî, ji îro çarşemê 2yê Hezîrana 2021ê, demjimêr 22:00 şûnde, qedexe dest pê dike.