Beşîr Hedad: Me derbarê birîna darên deverên sînorî de Balyozê Tirkiyê bang kir
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand; li ser wêneyên birîna darên deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê hatiye bangkirin.

Bexda (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand; li ser wêneyên birîna darên deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê hatiye bangkirin.
Beşîr Hedad ji K24ê re eşkere kir: “Balyozê Tirkiyê gotiye; ew wêneyên li ser birîna darên deverên sînorê belav bûne, kevn in û yên çend sal berê ne û deverên Bakurê Kurdistanê ne, ne deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê.”
Berî niha jî Beşîr Hedad ragihandibû ku bi fermî daxwaz ji Lijneya Asayîş û Berevaniyê kiriye ku bi hemahengiya ligel hejmarek parlamenter serdana deverên sînorî yên navçeya Amêdiyê bikin, da ku derbarê wan wêneyên birîna daran de bigihin agahiyên rast.