Qubat Talebanî: Em bi Bexdayê re ji rêkeftina dawiyê nêzîk in

Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê şeva borî ji Bexdayê vegerî Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çendîn civîn û guftûgoyên bi berpirsên Hikûmeta Iraqê re li ser cibicîkirina yasaya budceya Iraqê û pişkê Herêma Kurdistanê, Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê şeva borî ji Bexdayê vegerî Hewlêrê û Serokê Şandê Qubad Talebanî ragihand: “Em bi Bexdayê re ji rêkeftina dawiyê nêzîk bûne”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Danûstandkar Qubad Talebanî di twittekê de nivîsî: “Em ji Bexdayê vegeriyan Hewlêrê. Em ji rêkeftina dawiyê ya li ser mîkanîzma cibicîkirina yasaya budceyê nêzîk bûne.”

Destnîşan kir jî: “Niyazpakiya her du aliyan a pabendbûna bi deqa yasayê, dê bandoreke baş li ser rewşa darayî ya Herêmê bike û dê pêwendiyên di navbera Bexda û Herêmê de bigihîne qonaxeke nû”

Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji roja 30 Gulana borî ve li Bexdayê bû û bi Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Darayî, Wezîrê Petrolê û hejmarek ji berpirsên din ên Iraqê re civiya û guftûgo li ser cibicîkirina yasaya budceya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê kirin.

Fly Erbil Advertisment