Mesrûr Barzanî bi Şanda Danûstandkar a Herêmê re civiya

Hat diyarkirin ku Herêm bi yasaya budceyê pabend e û li hemberê jî divê Hikûmeta Federalî mafên darayî yên Herêmê xwec bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3.6.2021 ligel Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistan ligel Hikûmeta Federalî civiya.

Di civînê de guftûgo derbarê proseya danûstendinên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a taybet bi cibicîkirina yasaya budceya federalî ya sala 2021 de hat kirin û encamên serdana çend rojên borî ya Şanda Danûstendkar bo Baxdayê hatin pêşkêşkirin.

Şanda Danûstandkar encamên civînên xwe yên ji bo cîbicîkirina pabendiyên Herêmê yên di çarçoveya yasaya bûdceyê de di warê dahata petrolê û ne petrolê de pêşkêş kirin ku di civînên ligel wezaret û aliyên pêwendîdar yên federal de rêkeftin li ser mekanîzmeya cîbicîkirina yasayê hatiye kirin û amaje bi rêkeftina ku di navbera her du dîwanên çavdêriya darayî yên federal û Herêmê de hat kirin, bi vî awayî êdî ti bihaneyek ji bo Wezareta Darayî ya Federalî namîne ku maf û şayesteyên darayî yên Herêmê xerc neke ku di yasaya budceyê û xişteya pêvegirêdayî de amaje pê hatiye dayîn.

Di civînê de careke din tekezî hat kirin ku Herêm bi yasaya budceyê pabend e û li hemberê jî divê Hikûmeta Federalî maf û şayisteyên darayî yên Herêmê xerc bike.