Li Bexdayê teqîn: 16 kes bûn qurbanî
Li devera Kazimiye ya bajarê Bexdayê butleke gazê teqiya û di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Kazimiye ya bajarê Bexdayê butleke gazê teqiya û di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên medyaya Iraqê, butleke gazê li ber xwaringeheke li devera Kazimiye teqiyaye.
Di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 14 kes birîndar bûne û birîndar rakirine nexweşxaneyan.
Herwiha hat ragihandin ku ji ber teqînê gelek zirar li dikan û cihên derdorê ketiye.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku tîmên lêkolînê li cihê bûyerê dest bi lêkolîna çawaniya teqînê kirine.