Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê sînorek ji riftarên PKKê yên li hember Herêma Kurdistanê re were danîn
Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Divê sînorek ji van riftarên PKKê yên li hember Herêma Kurdistanê re were danîn.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser hêza Pêşmerge de di peyamekê de ragihand, “Divê sînorek ji van riftarên PKKê yên li hember Herêma Kurdistanê re were danîn.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Em êrîşa îro danê sibê ya çekdarên PKKê li ser Pêşmerge li devera Metîna li sînorî Amêdiyê ku di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûne bi tundî şermezar dikin. Pirse û serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dikin û hevbeşê xema wan in, hêviya başbûna bilez ji birîndaran re dixwazin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Tekez dikin ku divê sînorek ji van riftarên PKKê yên li hember Herêma Kurdistanê re were danîn û bi ti awayî nabe berdewam bin ku bê bihane ji heyema sî salî ve li hember xelkê Herêma Kurdistanê dike û bûye sedema azara berdewam a welatiyan û rê li ber avedankirin û vegera jiyanê ji bo sedan gundên Kurdistanê girtiye.”
Herwiha di peyamê de hat: “Ew bi berdewamî bûne sedema dirustkirina pirsgirêkan û ti rêzê li îdare û yasayên Herêma Kurdistanê nagirin û bi berdewam aramî û ewlehiya gel û welatê me dixin ber gef û metirsiyan.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê got: “Dubare daxwaz dikin û hişyariyê didin ku PKK êdî nebe hokara alozî û tevliheviyê, çekdarên xwe ji sînorên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêzê li statu, îdare û sînorên Herêmê bigire û xaka Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran û têkdana aramî û ewlehiyê. Hikûmeta Federalî jî divê di vê derbarê de erk û berpirsatiya xwe cibicî bike.”