Li Bexdayê efserekî pilebilind ê Dezgeha Hewalgiriya Iraqê hat kuştin
Efserê hatiye terorkirin, bi pleya Eqîd e û li navçeya Belediyatî ya ku piraniya xelkê wê Şîe ne hat kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji ewlekariyê Iraqê ragihand, hejmarek ji çekdarên nenas efserekî pilebilind ê Dezgeha Hewalgiriya Niştimanî ya Iraqê li Bexdayê teror kir.
Ew efserê hatiye terorkirin, bi pleya Eqîd e û li navçeya Belediyatî ya ku piraniya xelkê wê Şîe ne bi guleyan hat kuştin.
Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe di ber terorkirina wî efserî de ranegihandiye.
Di wê derbarê de, jêderekî ji K24ê re ragihand, ew efser Cîgirê Rêveberê Çavdêriyê bû û dema diçû ser karê xwe hat teror kirin.