Bi sê firokeyên bêfirokevan êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin
Şeva din bi sê firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva din bi sê firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.
Şaneya Ragihandinê ya Bexdayê eşkere kir: “Piştî ku sê mûşek arasteyî Binkeya Esmanî ya Beled a li parêzgeha Selahedîn hat kirin û ziyana giyanî û madî derneket holê, bi rêya sê firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin, yek ji wan ji aliyê sîstema dijî mûşekî, li esman hat teqandin û heta niha ziyan nayên zanîn.”
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê de tekezî li ser hewla hêzên ewlehiyê ji bo dîtin û destesekirina encamderan hatiye kirin, ku bi aramî û seqamgîriya Iraqê dilîzin.