Kolberekî Rojhilatî bi guleya hêzên Iraqê birîndar bû

Li devera Biyare ya Herêma Kurdistanê, hêzên parastina sînor yên Iraqê kolberekî Rojhilatî birîndar kirin.

Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Biyare ya Herêma Kurdistanê, hêzên parastina sînor yên Iraqê kolberekî Rojhilatî birîndar kirin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, pêr li devera Biyare ya Helebceyê hêzên parastina sînor yên Iraqê komek kolberên Rojhilatî dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd û xelkê gundê Hane Germele yê nahiya Newsûd ya Kirmaşanê bi navê Yasir Mihemedbeygî birîndar bû.

Ew kolberê ku birîndar bûye, birin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê.

Fly Erbil Advertisment