Mûsîlaja Deryaya Marmarayê li parlamentoyê dê were lêkolînkirin

Li Tirkiyê mûsîlaj ango qirêjiya di Deryaya Marmarayê de herî dawî ji aliyê parlamanetoyê ve jî hat nirxandin.

Mûsîlaja li Deryaya Marmarayê
Mûsîlaja li Deryaya Marmarayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyê mûsîlaj ango qirêjiya di Deryaya Marmarayê de herî dawî ji aliyê parlamanetoyê ve jî hat nirxandin. Ji bo lêkolîna vê meseleyê ku ji aliyê 5 partiyan ve pêşniyarnameya avakirina Lijneya Lêpirsînê hatibû pêşkêşirin ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Li parlamentoya Tirkiyê herî dawî ji bo tespîtkirina sedemên mûsîlajê û peydakirina çareseriyên ji bo vê kêşeyê ji bi awayekî giştî biryar hat dayîn ku lijneya lêpirsînê bê avakirin.

Pêşniyarnameyên lêpirsînê ku ji aliyê AKPê, CHP, HDPê, Partiya Îyî û MHPê ve bo parlamentoyê hatibûn pêşkêşkirin dîsa bi pirraniya dengên heman partiyan hatin qebûlkirin.

Di vê çarçoveyê de lijneya ku dê were avakirin dê ji 19 parlamenteran pêk were û ev lijne di maweya 3 mehan de dê li ser vê qirêjiyê lêkolînên xwe temam bike.

Fly Erbil Advertisment