Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê xortek revand

Şeva din li taxa Qadisiye ya Kerkûkê welatiyek ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve bi hinceta ku gotinan li Heşda Şeibî kiriye, hat revandin.

Hewlêr (K24) – Şeva din li taxa Qadisiye ya Kerkûkê welatiyek ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve bi hinceta ku gotinan li Heşda Şeibî kiriye, hat revandin.

Çavkaniyekî ji polîsê Kerkûkê ji K24ê re ragihand: “Hejmarek çekdarên ser bi Heşda Şeibî, ku du otomobîl bûn û ser bi rêxistina Bedir bûn, şeva din xortek ji taxa Qadisiye revandin.”

Herwiha eşkere kir; piştî ku hêzên polîs bi vê bûyerê hat agahdarkirin, çûne cihê bûyerê û çekdarên Heşda Şeibî reviyane, piştre polîs li pey wan ketine û ew her du otomobîlên Heşda Şeibî, xwe gihandine yek ji baregehên Heşdê yên li nêzîkî Balafirgeha Kerkûkê.

Çavkaniyê polîs ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand; piştî eşkerebûna çekdaran, berpirsên Heşda Şeibî ragihandine ku wî xortî li mdeyaya civakî gotinan li Heşda Şeibî kiriye û ji ber vê hatiye desteserkirin.