Li Rûsyayê balafirek ket: 9 mirî û 15 birîndar

Balafira ku pereşûtbaz têde bûn, ji ber ku di motora wê de pirsgirêk derket, ket xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Rûsyayê balafira ku pereşûtbaz têde bûn, ji ber ku di motora wê de pirsgirêk derket xwest bilez dakeve, lê di dema daketinê de ket û di bûyerê de 2 jê balafirvan bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li Herêma Federal a Sîbîrya ya ser bi Rûsyayê, di balafira cot motor a cureya Let L-410 a ser bi Civata Hevkarî dilxwaziya Kemerovo ya Artêşa û Hêzên Esmanî (DOSAAF) de pirsgirêkên teknîkî derket û ji ber ku di motorekî balafirê de pirsgirêk derket, balafirê xwest bi awayekî lez dakeve û dema daketinê de jî ket xwarê.

Li gor daxuyaniya DOSAAFê perşûtbazên ku di balafirê de bûn ji wan 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin; ji birîndarên rakirine nexwaşxaneyê jî rewşa 4 kesan giran û metirsîdar e.

Herwiha hat diyarkirin ku dozgerên Rûs li cîhê bûyerê lêkolînê dikin û piştî komkirina hemû parçeyên balafirê dê lêkolîna teknîkî destpê bike.

Fly Erbil Advertisment