Ji ber şerê PKK û Tirkiyê 10 gund li Zaxo vala bûne

Li Nahiya Batîfa ya ser bi Zaxo ve ji heyama du mehan ve ji ber şerê PKKê û Tirkiyê, 10 gund vala bûne û xelkê wê nikarin biçin nav zevî û rezên xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nahiya Batîfa ya ser bi Zaxo ve ji heyama du mehan ve ji ber şerê PKKê û Tirkiyê, 10 gund vala bûne û xelkê wê nikarin biçin nav zevî û rezên xwe.

Rêveberê Nahiya Batîfa Ferhad Mehmûd ji K24ê re got: “Xelkê devera wan ji çend salan ve li benda berhemên rezên xwe ne, lê îsal ziyaneke mezin gihîştiye xelkê deverê. 10 gund li devera me vala bûne û ji du mehan ve xelkê deverê nikarin biçin nava zevî û rezên xwe.”

Ferhad Mehmûd got jî: “Niha werzê avdana zevî û baxçeyan e û dixê cotkar zêdetir xizmeta zeviyên xwe bikin, lê ji ber şerê PKK û Tirkiyê, bombebaranê û hebûna xalên leşkerî, nikarin biçin nava zeviyên xwe.”

Rêveberê Nahiya Batîfa destnîşan kir jî, li devera wan hin cihên geştiyariyê jî hene, lê niha ji ber şerê PKK û Tirkiyê, ew cihên geştiyariyê hatine girtin û welatî nikarin sûdê jê bibînin.

 

Fly Erbil Advertisment