UEFA EURO 2020: 12 hilbijarde gihîştin qonaxa (16) û 4 jî îro diyar dibin
Ji bo bidestxistina 4 cihên din, pişbirke gelekî germ bûye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşbirkiya qonaxa yeke a UEFA EURO 2020 berdewam e û heta niha 12 hilbijardeyan karîne xwe bigihînin qonaxa (16) û îro 4 hilbijardeyên din diyar dibin.
12 hilbijarde gihîştin qonaxa (16) a UEFA EURO 2020, ji bo bidestxistina 4 cihên din, pişbirke gelekî germ bûye û îro ew hilbijarde piştî lîstika xwe ya sêyemîn bi dawî bikin, dê diyar bin.
Di qonaxa yekem a UEFA EURO 2020 de 6 kom hene, hilbijardeyên yekem û duyem ji her komekê derbasî qonaxa (16) dibin, ligel wan jî baştirîn 4 hilbijardeyên di rêza sêyemîn de.
Hilbijardeyên gihîştina qonaxa (16):
Koma A: Îtalya, Wales, Siwîsra
Koma B: Belcîka, Danmark
Koma C: Hollanda, Austria
Koma D: Çek, Îngiltira, Kirwatya
Koma E: Siwêd
Koma F: Fransa
Îro jî 8 hilbijarde lîstika xwe ya dawiyê di qonaxa yekem de dikin û jê 4 hilbijarde dê tevlî wan bibin:
Slovakya × Îspanya
Polanda × Siwêd
Almanya × Meceristan
Fransa × Portugal