UEFA EURO 2020: 12 hilbijarde gihîştin qonaxa (16) û 4 jî îro diyar dibin

Ji bo bidestxistina 4 cihên din, pişbirke gelekî germ bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşbirkiya qonaxa yeke a UEFA EURO 2020 berdewam e û heta niha 12 hilbijardeyan karîne xwe bigihînin qonaxa (16) û îro 4 hilbijardeyên din diyar dibin.

12 hilbijarde gihîştin qonaxa (16) a UEFA EURO 2020, ji bo bidestxistina 4 cihên din, pişbirke gelekî germ bûye û îro ew hilbijarde piştî lîstika xwe ya sêyemîn bi dawî bikin, dê diyar bin.

Di qonaxa yekem a UEFA EURO 2020 de 6 kom hene, hilbijardeyên yekem û duyem ji her komekê derbasî qonaxa (16) dibin, ligel wan jî baştirîn 4 hilbijardeyên di rêza sêyemîn de.

Hilbijardeyên gihîştina qonaxa (16):

Koma A: Îtalya, Wales, Siwîsra

Koma B: Belcîka, Danmark

Koma C: Hollanda, Austria

Koma D: Çek, Îngiltira, Kirwatya

Koma E: Siwêd

Koma F: Fransa

Îro jî 8 hilbijarde lîstika xwe ya dawiyê di qonaxa yekem de dikin û jê 4 hilbijarde dê tevlî wan bibin:

Slovakya × Îspanya

Polanda × Siwêd

Almanya × Meceristan

Fransa × Portugal