Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Norwêcê li Iraqê kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê hatIN guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23.06.2021 pêşwazî li Balyoza Norwêcê li Iraqê Tone Allers kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê hatin guftûgokirin û ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê.

Her di vê civînê de hengavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Iraqê û her wiha yekxistin û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi erênî bi nav kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Norwêcê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî rol û bandora Norwêcê ya li yarmetîdana koçberan û karubarên xêrxwazî û beşdarbûna li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê dijî DAIŞê kir.

Fly Erbil Advertisment