Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember raporta kanaleke Iraqî bertek nîşan da
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva raporteke rojnamevanî ya kanala El Hurre El Iraq da.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva raporteke rojnamevanî ya kanala El Hurre El Iraq da û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê propagandayên nerast ên bi vî rengî bi tundî red dike û di wê baweriyê de ye ku di vê raportê de alîgirî heye û pîvana karê rojnamevanî ya bêalîbûnê li ber çavan negirtiye.”
Fermangeha Medya û Zanyarî bertek nîşanî raporteke televîzyona erebî ya El Hurre da ku li ser şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku televîzyona erebî ya El Hurre, roja 22ê vê mehê raportek li ser şerê PKK û Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê amade kiriye û di raportê de gelek xeletî hene.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku ew raport li ser bingeha agahiyên xelet hatiye amadekirin û bêyî ku piştrast bin agahiyên wan rast in yan xelet, raport belav kirine û pîşeyîbûna rojnamevaniyê binpê kirine.
Fermangehê eşkere kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê propagandayên nerast ên bi vî rengî bi tundî red dike û di wê baweriyê de ye ku di vê raportê de alîgirî heye û pîvana karê rojnamevanî ya bêalîbûnê li ber çavan negirtiye.”