Cristiano Ronaldo li hember Fransayê gelek rekor tomar kirin

Cristiano Ronaldo bi tomarkirina rekoran û nivîsandina dîrokeke nû di cîhana fotbolê de berdewam e.

Cristiano Ronaldo
Cristiano Ronaldo

Navenda Nûçeyan (K24) – Cristiano Ronaldo bi tomarkirina rekoran û nivîsandina dîrokeke nû di cîhana fotbolê de berdewam e, piştî ku şeva borî di qonaxa yekem a UEFA EURO 2020 de bi hilbijardeya Portugalê re bi encama 2-2 li hember Fransayê wekhev bû.

Cristiano Ronaldo du gol li ser Fransayê tomar kirin û karta derbasbûna bo qonaxa (16) ji hilbijardeya welatê xwe re bi dest anî.

Ev lîstik ji bo Ronaldo dîrok bû ku piştî 7 lîstikan, cara yekem e karî serdana tora hilbijardeya Fransayê bike.

Cristiano Ronaldo yê 36 salî karî hejmara golên xwe bigihîne (109) golan, bi vê rekorê re jî, gihîşt rekora yarîzanê Îranê yê berî Ali Daei.

Cristiano Ronaldo hejmara golê xwe di vê qehremaniyê de jî zêde kirin û bû xwediyê 5 golan û bi tena xwe di pêşiya hemû golkaran de bikeve.

Cristiano Ronaldo bi tomarkirina 14 golan, bû golkarê dîrokî yê UEFA EURO 2020 û herwiha bû yekem yarîzan ku di Mondiala Cîhanê û UEFA EURO 2020 de 21 golan tomar dike bi du golan ket pêşiya her du yarîzanên Alman Miroslav Klose û Gerd Muller.