Li zîndaneke Iraqê 3 girtî di rewşeke nediyar de canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li girtîgeha Hût a Nasiriyeyê, 3 girtî di rewşeke nediyar de canê xwe ji dest dan.
Jêderekî ji parêzgeha Zîqarê ragihand, 3 girtiyên ku bi tometa terorê hatibûn dadgehkirin, li girtîgeha Hût a Nasiriyeyê di rewşeke nediyar de canê xwe ji dest dan.
Zîndana Hût mezintirîn zîndana li başûrê Iraqê ye, di sala 2008an de hat damezirandin û nêzîkî 40 hezar girtî di bin çavdêriyeke ewlehiyê ya tund de tê de ne.
Tevî ku Iraq li dû Îran û Erebistana Siûdî ye jî, hejmareke zêde ya cezayên bidarvekirinê lê heye, lê îsal bi tenê 9 kes hatine bidarvekirin.