Li Daqûqê pênc polîs hatin kuştin

Şeva din, li bajarokê Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê, bombeyeke vedayî bi karwaneke polîsê federalî ve teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva din, li bajarokê Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê, bombeyeke vedayî bi karwaneke polîsê federalî ve teqiya, di encama teqînê de pênc kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bombeyeke vedayî li ser rêyeke sereke ya Daqûqê bi karwaneke polîsê federalî ve teqiyaye, piştre DAIŞê mûşekek arasteyî cihê teqînê kiriye.

Çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirine ku di encama wê teqînê de pênc polîsên federalî hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne, ku heta niha bi hûrgilî nayê zanîn hejmara wan çend e.

Herwiha li gor zanyariyên destpêkê, dibe ku ev êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe encamdan.

Fly Erbil Advertisment