Iraq: Teroristên biyanî dê cezayên xwe li Iraqê bi dawî bikin

Wezareta Navxwe ya Iraqê: Piraniya teroristên biyanî, Ereb in

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, ti terorîstên biyanî radestî welatên wan nabin, berî ku cezayên dadgehên Iraqê li wan biriye bi dawî nekin.

Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê Ehmed Leîbî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê re ragihand, teroristên biyanî yên li Iraqê ceza lê hatine birîn, berî cezaya xwe bi dawî nekin, ew radestî welatên wan nabin.

Got jî: Hin ji girtiyan cezaya 15 sal zîndan û hin girtî cezayên hetahetayî li ser wan heye, ewên cezayên bidarvekirinê li ser wan hene jî, dadgehên pêdaçûnê cezayê wan sivik kirine.

Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê red kir ku ti amareke dirust derbarê tevahiya girtiyên biyanî hebe, lê got ku piraniya wan ji welatên Ereb in.

Destnîşan kir jî, ew girtî bi madeya 4 a terorê hatine dadgehkirin û got: “Rê tê dayîn ku rêxistinên mafên mirovan û balyozên welatan serdana wan bikin, lê ji dema derketina nexweşiya Koronayê, serdan hatine rawestandin.”