Ronaldo xatirê xwe ji UEFA EURO 2020 xwast
Hilbijardeya Portugalê kampanyaya xwe ya parastina nasnavê UEFA EURO ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Portugalê piştî şikestina li pêş Belcîkayê bi encama 0-1, kampanyaya xwe ya ji bo parastina nasnavê UEFA EURO ji dest da.
Şeva borî di qonaxa (16) a UEFA EURO 2020 de li stadiuma La Cartuja ya bajarê Sevilla ya Îspanyayê, hilbijardeya Belcîka bi encama 1-0 bi ser hilbijardeya Portugalê ket.
Gola tekana ya Belcîkayaê bi riya Thorgan Hazard di kêlîka 42 de hat tomarkirin.
Bi vê serkeftin, hilbijardeya Belcîkayê dê di qonaxa çarîka fînalê de rûbirûyî hilbijardeya Îtalyayê bibe.
Li hemberê jî, Potugalê kampanya xwe ya ji bo parastina nasnavê UEFA EURO ji dest da û Cristiano Ronaldo jî ji qehremaniyê bar kir.
Di yarîyeke din de jî, hilbijardeya Çek nişkaviyeke tomar kir û di heman qonaxê de bi encama 2-0 bi ser hilbijardeya Hollandayê ket û derbasî qonaxa çarîka finalê bû.