Heşda Şeibî gefa tolhildanê dixwe
Heşda Şeibî: Mafê me ye bersiva her êrîşekê bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana rasterast a Serokê Amerîka Joe Biden, hejmarek ji baregehên leşkerî yên ser bi Heşda Şeibî ve li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin bombebarankirin, di encamê de jî 4 çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Di wê derbarê de Desteya Heşda Şeibî daxuyaniyek belav kir û ew êrîşa Amerîkayê şermezar kir û bi destdirêjiya li ser serwerî û xaka Iraqê bi nav kir.
Di daxuyaniya Desteya Heşda Şeibî de hat, “Îro demjimêr 20:00, firokeyên Amerîka 3 baregehên Heşda Şeibî li Iraqê bombebaran kirin û bû sedema kuştina 4 çekdarên Heşda Şeibî.”
Herwiha diyar kir, êrîşa li dijî her du Lîwayên (14 û 46) ên hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê pêk hatine ku di erkê xwe ya rojane ya şerê li dijî çekdarên DAIŞ'ê de bûn.
Di daxuyaniyê de hat, “Heşda Şeibî di bin fermana hêzên hevbeş ên Iraqê de çalakiyên xwe dikin, lê em ne razî ne ku hêzên biyanî li Iraqê bimînin.”
Destnîşan kir jî, artêşa Amerîka hin zanyariyên ne rast derbarê bombebaranê de belav kirine, ti komgehên çek û teqemeniyê yên Heşda Şeibî nehatina armanckirin.
Herwiha got: “Ev êrîş di çarçoveya lawazkirina Iraq, hêzên wê yên ewlehiyê û Heşda Şeibî de tê.”
Herwiha got: “Em êrîşa Amerîka şermezar dikin, mafê me ya yasayî ye ku bersiva her destdirêjiyekê bidin. Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.”