Îran: Pêwendiya me bi êrîşên ser hêzên Amerîka û Hevpeymanan tune ye

Nûnerê Herdemî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Text Rewancî red dike ku pêwendiya welatê wî bi wan êrîşan hebe ku bi ser hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê yên li Iraqê têne kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îran red dike ku pêwendiya wan bi wan êrîşan hebe ku bi ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê yên li Iraqê têne kirin.

Nûnerê Herdemî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Text Rewancî red dike ku pêwendiya welatê wî bi wan êrîşan hebe ku bi ser hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê yên li Iraqê têne kirin.

Di heman demê de Mecîd Text Rewancî êrîşên esmanî yên hefteya borî yên Amerîkayê yên li ser binkeyên komên çekdar ên Iraqê li sînorê Iraq û Sûriyê şermezar kir, ku di wan êrîşan de çar çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Ev di demekê de ye ku Amerîka bi awayekî berdewam milîsên ser bi Îranê tohmetbar dike ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê êrîşan encam didin.

Fly Erbil Advertisment