Denmarkê bi ser Çek ket û gihîşt nîv-fînala UEFA EURO 2020
Hilbijardeya Denmarkê bi encama 2-1 bi ser hilbijardeya Çek ket.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Denmarkê gaveke girîng derbas kir û bi serkeftina bi ser hilbijardeya Çek, gihîşt qonaxa nîv-fînala UEFA EURO 2020.
Hilbijardeya Denmarkê îşev di qonaxa Çarîk-fînalê de li stadiuma Baku Olimpiya ya Azirbaycanê rûbirûyî hilbijardeya Çek bû û bi encama 2-1 bi ser ket.
Denmarkê destpêkê du gol li ser hev di xuleka 5 û 42 de bi riya Thomas Delaney û Kasper Dolberg tomar kirin, piştre Patrik Schick di xuleka 49 de gola tekane ya Çek tomar kir.
Bi serkeftinê, hilbijardeya Denmarkê di qonaxa nîv-fînalê de dê rûbirûyî hilbijardeya serkeftî ji Îngiltira û Ukraynayê bibe.
UEFA EURO 2020 ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê piştî derengketina salekê, roja 11ê Hezîrana 2021an bi rê ket, qonaxên destpêkê li 11 bajaran hatin lîstin û îro yariyên Çarîk-fînalê bi dawî dibe.