DAIŞê li Xaneqînê 5 hemwelatî kuştin
Peyamnêrê K24ê Herêm Caf ji Germiyanê ragihand: “Şeva din komeke çekdarên DAIŞê li gundê Qela yê ser bi bajarokê Gulale du hemwelatî revandin."
Germiyan (K24) – Çekdarên DAIŞê duh bi şev li sînorê Xaneqînê 6 kes revandin û kesek jî birîndar kirin. Îro ji wan kesên revandî, termên 5 kesan hatin dîtin.
Peyamnêrê K24ê Herêm Caf ji Germiyanê ragihand: “Şeva din komeke çekdarên DAIŞê li gundê Qela yê ser bi bajarokê Gulale du hemwelatî revandin, ku nişteciyên gund û cotkar bûn.”
Peyamnêrê me eşkere kir: “Herwiha çekdarên DAIŞê çar hemwelatiyên li gundê Seyf Se'd ê ser bi bajarokê Qeretepe revandin.”
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, çekdarên DAIŞê li gundê Seyf Se'd hemwelatiyek birîndar kirin û du otomobîlên revandî jî şewitandin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku îro pênc term hatin dîtin ku termên wan kesên revandî ne. Ji wan her pênc kesan, 2 kes Kurd in û 3 kes jî Ereb in. Herwiha du kes jî birîndar bûne.