Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Rûsyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Rûsyayê kir.

Balyozê Rûsyayê matmayîna xwe bi proseya avadankirin û binyatnan û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û bal kişand li ser wê yekê ku Wezareta Derve ya Rûsyayê girîngiyê bi pirsa Kurd dide, herwiha behsa Kurdên Rûsyayê kir ku li gelek warên girînên welat da çalakin û xwedî rol û pêgehên xwe yên diyarin.

Ji bilî hilbijartinên pêşwext û rewşa Iraqê bi giştî, Korona û helmetên derzî lêdana dijî Covid–19, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên welat, mijareke din a civînê bû. Di civînê de her du alî hevra bûn ku rewşa Sûriye û kêşeyên welat divê li rêyên siyasî ve bêne çareserkirin.

 

Fly Erbil Advertisment