Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 5ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 5ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkê wî yê nû de û ji bo pêşvebirina pêwendiyên Rûsya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Rûsyayê pesnê pêşketin û avadaniyên Herêma Kurdistanê da û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêmê nîşan da, bi taybetî di warê geşkirina danûstandinên bazirganî û veberhênanê de.

 

Fly Erbil Advertisment