Endezyarekî Kurd dîzayna Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê çêdike

Endezyarekî ji bajarê Duhokê, ji salekê zêdetir e bi dîzaynkirina Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê ve mijûl e, ku berî demekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara avakirina wê balafirgehê da.

Duhok (K24) – Endezyarekî ji bajarê Duhokê, ji salekê zêdetir e bi dîzaynkirina Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê ve mijûl e, ku berî demekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara avakirina wê balafirgehê da.

Endezyar Şehzad Sêlkî li benda hikûmetê ye ku sûdê ji ezmûna wî werbigrin û xewna wî bibe rastî. Şehzad Sêlkî bal dikşîne ser wê yekê ku şiyana endezyarên Kurd ji şiyana endezyarên biyanî kêmtir nîne û diyar dike ku ew yekem Kurd e ku dîzayna balafirgeheke navdewletî ya bi vê şêweyê amade dike.

Şehzad Sêlkî ji K24ê re diyar kir; ew yekem endezyarê Kurd e ku dîzayneke wisa amade kiriye, heta niha li Kurdistanê kesî diyaneke wisa çênekiriye, mebesta wî ji vê dîzaynê ew e ku xizmeta welatê xwe bike û ji xelkê biyanî re nîşan bide ku Kurd dikarin dîzaynên wisa pêk bînin.

Sêlkî destnîşan kir; her endezyarek berî ku dest bi projeyê dike, fikra xwe ya taybet heye û piştre dike proje û cîbicî dike.

Endezyarê Kurd eşkere dike ku salek û 24 roj in bi projeya dîzayna Balafirgeha Duhokê ve mijûl e û çendîn taybetmendî di dîzaynê de bi kar anîne ku bi sirûşta Duhokê re guncaw e û ew daxwaz dike ku hikûmet dîzayna wî pesend bike.

Di meha Sibata sala 2013an de bi gujmeya 443 milyon dolar, dest bi çêkirina projeya Balafirgeha Duhokê hate kirin. Wê demê 900 roj ji bo temamkirina projeyê hatibû diyarkirin, lê di qonaxa yekem a projeyê de hate sekinandin. Niha kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldanên xwe yên ji bo temamkirina projeyê zêde kirine û Şehzad Sêlkî jî dixwaze bi pesendkirina dîzayna wî, xewna wî bibe rastî. 

Fly Erbil Advertisment