Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke rêxistina Samaritan Purse ya Amerîkî kir
Wê rêxistinê diyar kir, Herêma Kurdistanê bi şanazî bûye mala pêkvejiyana aştiyane li navçeyê û ji koçber û penaberan re jî bûye penageheke aram.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5.7.2021 pêşwazî li şandeke rêxistina Xêrxwazî ya Amerîkî Samaritan Purse kir.
Şandeyê kurteyek li ser çalakî û projeyên rêxistina xwe pêşkêş kir ku ji heyama çend salan ve karên xêrxwazî û hawarhatinê li Herêma Kurdistanê û deşta Neynewayê dike. Destnîşan kir jî, rêxistina wan bi encamdana projeyên xwe li Herêma Kurdistanê berdewam dibe ku bi şanazî bûye mala pêkvejiyana aştiyane li navçeyê û ji koçber û penaberan re jî bûye penageheke aram.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û hevkariyên wê rêxistinê kir ku di demên cuda de projeyên xêrxwaziyê li Herêma Kurdistanê encam dane û hêviya serkeftinê jê re xwast.
