Di salekê de 4 hezar bijîşk ji Tirkiyê çûne Ewropayê
Li gorî raporta saziyên Bijîşkan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava salekê de bi hezaran bijîşkan berê xwe daye Ewropayê.
Enqere (K24) - Li gorî raporta saziyên Bijîşkan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava salekê de bi hezaran bijîşkan berê xwe daye Ewropayê û bi 10 hezaran bijîşk jî ji bo ku ji Tirkiyê birevin di nava hewlan de ne. Bijîşkên ku dixwazin ji Tirkiyê biçin dibêjin êdî qedr û qîmeta wan li Tirkiyê nemaye û her rastî tundiyê tên loma ew diçin Ewropayê. Rêxistinên bijîşkan jî dibêjin revîna bijîşkan bo Ewropayê pergala tenduristiyê lawaz dike taybetî jî li Bakurê Kurdistanê.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava salekê de nêzî 4 hezar bijîşkan berê xwe daye Almanya û welatên din yên Ewropayê û venegeriyane. Ligel vê yekê 15 hezar bijîşkan jî li ser medyayên civakî kom avakirine û serî li balyozxaneyan didin ku ji bo çûna welatên Ewropayê vîze bistînin. Li gel vê yekê li gorî raporta Yekitiya Bijîşkên Tirk di nava 8 salan de rêjeya bijîşkên ku dixwazin biçin Ewropayê û welatên cuda ji sedî 20 zêde bûye.
Derbarê sedema çûna bijîşkan bo Ewropayê de bijîşka nexweşînên dilûhinavê Emel Bayrak ku bi salan nexweşxaneyên dewletê û yên taybet de dixebite û hewl dide biçe Ewropayê dibêje şert û mercên bijîşkan û tundiya li ser wan zêde bûye û qedr û qîmeta wan nayê zanîn ber vê çendê diçin Ewropayê.
Bijîşka Nexweşînên Dil û Hinavê Dr. Emel Bayrak ji K24ê re diyar kir: “Dema ku em berê xwe didin sedema çûna bijîşkan bo Ewropayê sedem gelek zêde ne. Di serî de li Tirkiyê qedr û qîmeta bijîşkan qet nîne. Carînan 48 saet bê navber nobedariyê de dimînin û li gorî karên xwe mûçeyeke kêm distînin. Jiyana van ya rojane nemaye û pêdiviyên wan nayên cibicîkirin. Li gel vê yekê sedema herî mezin jî roj bo roj tundî û zextên li ser bijîşkan zêde dibin û gef li wan tê xwarin. Mixabin li gel min bi 10 hezaran bijîşk hene ku biçin Ewropayê.”
Sekreterê giştî yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Vedat Bulut jî amaje dike ku di heyama ku pêdiviya Tirkiyê bi hezaran bijîşkan heye çûna bijîşkan taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê dibe sedema lawazbûna pergala tenduristiyê.
Prof. Dr. Vedat Bulut ji K24ê re eşkere kir: “Em îro baş dizanin ku nêzî 3 hezar navendên tenduristiyê yên gel bijîşk nîne. Li gel vê yekê li seranserê Tirkiye û bajarên Kurdan kêmasiya 5 hezar hemşîre û 80 hezar bijîşk û xebatkarên tenduristiyê hene. Bêgûma çûna bijîşkan bo Ewropa dibe sedem ku pergala tenduristiyê jî lawaz bibe taybetî jî li bajarên Kurdan. Ji ber ku ev bi salane bi awayekî rêkûpêk bo wan deran bijîşk nayê şandin. Ev yek jî dibe sedem ku welatiyên Kurd ji alikariyên tendûristiyê bêpar bimînin.”
Herwiha li gorî raporta Yekitiya Bjîşkên Tirk di navbera du salên proseya pandemiyê de ji ber ku bergiriyên pêwîst nehatin vergirtin 132 bijîş û xebatkarên tenduristinê canê xwe ji dest dane û bi sedan caran jî êrîş li bijîşkan hatiye kirin û gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.