Bi mûşekan êrîş li baregeha Eyn Esed hate kirin
Medyaya Iraqê belav kir, baregaha Eyn Esed a asmanî ku hêzên Amerîkî lê ne, rastî êrîşeke mûşekan hat.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Iraqê belav kir, baregaha Eyn Esed a asmanî ku hêzên Amerîkî lê ne, rastî êrîşeke mûşekan hat.
Li gor zanyariyan, bi hejmarek mûşekan êrîş li bagerha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate kirin.
Di wê derbarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Maretto ragihand, Baregeha Eyn Eesd îro demjimêr 12:30 bi 14 mûşekan hat armanckirin.
Maretto diyar kir jî, sîstema berevaniya asmanî hat akîvkirin.
Destnîşan kir jî, “Li gor raportên destpêkê, 3 kes birîndar bûne. Nirxandinan ziyanan tê kirin.”
Baregeha Eyn Esed a asmanî, duyem mezintirîn baregeha leşkerî ya asmanî li Iraqê ye û li parêzgeha Enbarê dikeve, pêr jî bi 3 mûşekan êrîş lê hatibû kirin.
Hevdem jî, hêzên Amerîka li kêlgeha El-Omer a petrolê li parêzgeha Dêrazorê rastî êrîşeke firokeyên bêfirokvan hat.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 10:15 kêlgeha El-Omer li Dêrazorê bi firokeyeke bêfirokvan rastî êrîşekê hat, lê hêzên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî, ew êrîş şikand û ti ziyan nebûn.
Heta niha ti daxuyanî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve derbarê wan êrîşan de nehatiye dayîn.