Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 7ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê li Iraqê Birender Singh Yadav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 7ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê li Iraqê Birender Singh Yadav kir, ku ji ber bidawîbûna erkê wî, ji bo xatirxwestinê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Hindistanê kir ji bo erk û hewldanên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Hindistanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha Mesrûr Barzanî di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Balyozê Hindistanê tevî nîşandana pêzanînên xwe ji bo wan hêsankarî û hemahengiyên ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Balyozxane û Konsulxaneya Hindistanê dikin, herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirina hemû pêwendiyan ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Fly Erbil Advertisment