Herêma Kesk a Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat
Di êrîşê de hejmarek kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro berbangê careke din Herêma Kesk a Bexdayê bi 3 mûşekan hat armanckirin û li gor zanyariyan hejmarek kes birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, îro berbangê grûpên deryarayî bi 3 mûşekên Katyusha Herêma Kesk a Bexdayê armanc kirin ku yek ji wan li nêzîkî Dezgeha Asayişa Niştimanî ket.
Diyar kir jî, di encama ketina her sê mûşekan de jî hejmarek welatî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê got jî, ev cure êrîş ne di berjewendiyên Iraqê de ne, belkû jiyana welatiyan û şandeyên dîplomasî dixe metirsiyê.
Hevdem ligel êrîşê, Balyozxaneya Amerîka zengilê agahdariyê lê da û ragihand ku yek ji mûşekan balyozxane kiriye armanc, lê sîstema berevaniyê ya balyozxaneyê ew mûşek pûç kir.
Herêma Kesk li nava Bexdayê dikeve û Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.
Ev êrîş di demekê de ye, çend roj in êrîş li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê zêde bûne û duhî Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Maretto ragihand, Baregeha Eyn Eesd îro demjimêr 12:30 bi 14 mûşekan hat armanckirin û çend kes birîndar bûne.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) Jessica McNulty jî aşkere kir, di êrîşa li ser baregeha Eyn Esed de 2 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.