Li Iraqê ji ber tunebûna elektrîkê xwepêşandan tê kirin
Li bajarê Kerbela yê Iraqê bi sedan welatiyan ji ber rewşa xirab a elektrîkê dest bi xwepêşandanê kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerbela yê Iraqê bi sedan welatiyan ji ber rewşa xirab a elektrîkê dest bi xwepêşandanê kirin.
Îro înê xelkê nahiya El Xeyrat a li sînorê parêzgeha Kerbela li dijî tunebûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan kirin.
Xwepêşanderan li ber wêstgeha elektrîka nahiyayê civiyan.
Ji destpêka vê mehê ve hejmarek stûnên elektrîkê li Iraqê hatine teqandin.
Herwiha ji ber nedana pereyên elektrîkê, Îran xeta elektrîka Iraqê qut kir û ji ber vê yekê ligel germaniya li Bexdayê, nikarin enerjiya elektrîkê ji bo hemwelatiyan dabîn bikin.