Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê bi Hevpeymaniya Azim kir
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10.07.2021 pêşwazî li Emîndarê Giştî yê (Projeya Erebî) û Serokê Hevpeymaniya Azim Xemîs Xencer kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û girîngiya çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkan li ser bingeha destûrê hatin kirin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, hilbijartina dahatî ya Encûmena Nûneran a Iraqê hat guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin ku divê hilbijartin pak û paqij be û maf û daxwazên tevahiya pêkhateyên Iraqê misoger bike.