Şaredariya Stenbolê ji bo kursên zimanê Kurdî mamosteyan werdigre
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo navendên xwe yên fêrkirina zimanan, mamosteyên zimanê Kurdî werdigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo navendên xwe yên fêrkirina zimanan, mamosteyên zimanê Kurdî werdigre.
Şaredariyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku di navendên fêrkirina zimanan de serlêdan di roja 13ê Tîrmehê bi dawî dibe.
Li navendên fêrkirina zimanan a Stenbolê (ÎSMEK) cara ewil di sala 2020an de bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî kurs hatibû vekirin, lê belê ji ber tunebûna kursa zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî, bertek hatibû nîşandan. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryar da ku îsal kursên bi her du zaravayên Kurdî (Kurmancî – Zazakî) veke.
Di navendên fêrkirina zimanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ji bilî Kurdî, zimanên Almanî, Fransî, Japonî, Erebî, Çînî, Îspanyolî, Koreyî, Potekîzî, Yûnanî, Holandî, Farisî, Bulgarî, Îbranî, Lazî, Boşnakî jî têne fêrkirin.