Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbatên qurbaniyên şewata nexweşxaneya Zîqarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî da malbatên qurbaniyên karesata Nexweşxaneya Îmam Husên a li bajarê Nasiriye.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî da malbatên qurbaniyên karesata Nexweşxaneya Îmam Husên a li bajarê Nasiriye û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû alîkariyan nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû alîkariyên tendirustiyê ji bo nexweşên wê bûyera bajarê Nasiriye pêşkêş bike.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê hevsoziya xwe ji bo nişteciyên parêzgeha Zîqarê nîşan dide û ferman daye Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ku alîkariyan ji bo birîndaran pêşkêş bike.
Şeva borî li Nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqarê şewat derket û di encama şewatê de 63 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.