Karvedanên şewata nexweşxaneya “Îmam Husên” li Nasiriye
80 kesî canê xwe ji dest dan.. Welatî dibêjin, dûrxistina berpirsan tenê ne bes e
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de nêzîkî 80 kesî canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê Serokwezîrê Iraqê fermana dûrxistina hejmarek ji berpirsên bajêr da.
Nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê şeva borî agir pêket û li gor zanyariyan heta niha dora 8 kesî canî xwe ji dest dane û zêdetir ji 100 kesî birîndar bûne.
Welatiyekî Nasiriye dibêje: “Ev karesata ku li Nasiriye li nexweşxaneya Îmam Husên rû daye, karesateke gelekî mezin e. Iraq bi bedewam ji ber êş û azaran dinale.”
Li gor şahidhalan, sedema pêketina agir ji ber teqîna butleke oksicînê bû, lê Rêveberiya Tendirustiya Zîqarê dibêje, heta niha sedema vêketina agir ne diyar e.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wek karvedanek li ser vê şewatê, 3 berpirsên wê parêgehê ji kar dûr xistin, ew jî Rêveberê Tendirustiyê, Rêveberê Berevaniya Şaristanî û Rêveberê Nexweşxaneya Fêrkarî ne.
Kesekî din ji bajarê Nasiriye got: “Di çar salên borî de em tenê destvekişandina berpirsan dibînin, her 3 – 4 mehan berpirsek tê û yê din diçe. Diçe Tirkiyê geştê dike û piştre tê û li cihekî din dest bi kar dike. Nasiriye bûye qurbanî, duhî mîlîşya hatin Nasiriye û çend butleyên oksicînê birin û kesekî rêgirî li wan nekir.”
Nasiriye yek ji wan bajarên Iraqê ye, xelkê wê ji ber nebûna xizmetan dinale û bi berdewamî xwepêşandan lê tên kirin. Piştî vê bûyerê jî, xwepêşandanên berfireh dest pê kirine û daxwaza cezakirina kesên ku erkên xwe cibicî nekirine dikin û ew dibêjin ku ew ne razî ne tenê berpirs ji kar werin dûrxistin, lê belê divê werin dadgehkirin.