Brîtanya: Eger Talîban pabendî pîvanên navdewletî bibe em ê pê re kar bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê radigihîne, Brîtanya amade ye serederiyê bi “Talîban” re bike, eger gihîşt ser desthilatê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê radigihîne, Brîtanya amade ye serederiyê bi “Talîban” re bike, eger gihîşt ser desthilatê.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ji rojnameya “Telegraph” a Brîtanî re ragihand, eger çi hêzek li ser desthilata Efganistanê be û eger pabendî pîvanên navdewletî bibe, Hikûmeta Brîtanyayê dê serederiyê pê re bike.

Wallace diyar kir, ew fêm dike ku biryareke bi vî rengî dikare rastî bertekan bê, lê belê nêzîkatiyeke pragmatîzm dikare bibe bingeha aştiyeke herdemî û got: “Di her pêvajoyek aştiyê de divê bi dijmin re lihevkirin pêk were.”

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê got: “Talîban dixwaze danpêdaneke navdewletî pê hebe û ji ber vê divê ew dest ji kiryarên tundrew berde.” Tekez kir jî: “Avakirina her dewletekê, pêwîstiya wê bi fînanse û piştgiriyê heye, lê belê ev yek bi maska terorê nikare bê bidestxistin.”

Ev di demekê de ye, Ji ber ku hêzên Amerîkî û biyanî dest bi vekişîna mayînde ji Efganistanê kirine û hêzên Afganî piştevaniya asmanî ji desr daye,  tevgera Talîbanê ji destpêka meha Gulanê ve li dijî hêzên Efganî dest bi êrîşeke berfireh kiriye û herêmên mezin di kûrahiya Afganîstanê de bi dest xistine.

Hêzên Efganî êdî kontolkirina mihwerên sereke û bajarên mezin ji dest dane û hêzên Talîbanê dorpêç xistine li ser gelek bajaran û eger e di her demekê de êrîşî paytext Kabulê bike.

Fly Erbil Advertisment