3 kes di xwepêşandanên Îranê de hatin kuştin

Li zêdetir ji 10 bajar û bajarokên parêzgeha Xozistanê ya Îranê, xwepêşandanên li hember nebûna ava vexwarinê berdewam û 3 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li zêdetir ji 10 bajar û bajarokên parêzgeha Xozistanê ya Îranê, xwepêşandanên li hember nebûna ava vexwarinê berdewam û 3 kes hatin kuştin.

Ji roja Pêncşema borî ve, xwepêşandan û nerazîbûn xelkê parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavayê Îranê ji ber nebûna ava vexwarinê berdewam e û heta niha 3 kes hatine kuştin.

Xwepêşander daxwaz dikin ku veguhastina ava bendavên vê parêzgehê ji bo bajarên naverasta Îranê bê kêmkirin, ji bo ava parêzgeha wan kêm nebe.

Xozistan ku xwedî zêdetirîn çem û rûberên Îranê ye, cotkarên wê ji çend salan ve ji ber kêmbûna avê bi gazin in, îsal jî pirsgirêka avê gihîşt bajaran jî û xelk bê ava vexwarinê dimînin, ev yek jî bû sedema nerazîbûna xelkê.

Wek li tora civakî hatiye belavkirin, di van sê rojan de li bajarê Ehwazê (navenda parêzgehê) ciwanek bi navê Elî Mezreî, Qasim Xezîrî li bajarê Kot û Ebdulah Neîmawî li bajarê Şadgan bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve, berpirsên hikûmetê dibêjin, ewên gule avêtine û xwepêşander kuştin di nava xwepêşanderan de bûn.

Parêzgeha Xozistanê ku navenda wê bajarê Ehwazê ye, xelkê wê Erebên Sune ne û xelkê wê gazinan dikin ku ew gelekî ji aliyê hikûmeta Îranê ve tên piştguhkirin.